Ahmet Aydın
25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Futbolizê efsane yê Arjantînî Diego Armando Maradona 60 salî, canê xwe ji dest da
Federasyona Futbolê ya Arjantînê (AFA) di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de mirina Maradona pesend kir.
Di parvekirinê de hat destnîşankirin ku Serokê AFAyê Claudio Tapia gelekî xemgîn e û cih dan îfadeya; "Tê heta heta di dilê me bijî".
Li gorî nûçeya li ser çapemeniya Arjantînê belav bû, Maradona li bajarê Tîgreya girêdayî eyaleta Buenos Airesê bi sedema pirsgirêka dil û pişikê canê xwe ji dest da.
Maradona serê meha mijdarê ji mejiyê serê xwe emeliyat bûbû û piştî 8 rojan taburcî bûbû.