Türkan Tosun
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Li Arjantînê gel xatir ji futbolîstê navdar Dîego Armando Maradonayê ku duh wefat kir, dixwaze.
Cinazê Maradona duh şev ji bo merasimê anîn avahiyê Serokatiya Dewletê Casa Rosayê.
Îro serê sibê bi saeta herêmî di saet 06.00î da deriyên avahiyê hatin vekirin ku gel cinazê wî bibîne.
Hezkiriyên Maradona ji bo ku cara dawîn wî bibînin li Meydana Gulanê kom bûn û rêzeke dirêj çêbû.
Ziyareta gel wê heta saet 16.00î dewam bike.
Di navbera gel û hêzên ewlehiyê da ji ber qerebalixê hin caran rageşî çêdibe.
Piştî mirina Maradola li welêt duh bi hezaran kes daketibû kolanan û ji bo wî bi bîr bînin diruşme berz kiribûn.