Dinya

"Gava ewil a projeya 'îlhaqa Şerîeya Rojavayê' ya Îsraîlê"

Wezareta Îstixbarat û Gihandinê ya Îsraîlê projeya xeta trênê ya ku yekeya wargeha cihûyan a Arîelê ya li Şerîeya Rojavayê bigihîne Îsraîlê tesdîq kir.

Haydar Şahin  | 17.03.2018 - Rojanekırın : 18.03.2018
"Gava ewil a projeya 'îlhaqa Şerîeya Rojavayê' ya Îsraîlê"

Quds

QUDIS

Wezareta Îstixbarat û Gihandinê ya Îsraîlê projeya xeta trênê ya ku yekeya wargeha cihûyan a Arîelê ya li Şerîeya Rojavayê bigihîne Îsraîlê tesdîq kir.

Li gor Wallaya malpera xeberan a Îsraîlê hat ragihandin ku Yîsrael Katzê Wezîrê Îstixbarat û Gihandinê projeya xeta trênê ya ku yekeya wargeha cihûyan a li bakurê Şerîeya Rojavayê bi Îsraîlê ra digihîne û ew ê di sala 2025an da were temamkirin pêncşema borî tesdîq kir.

Wezaretê der barê mijarê da daxuyanî neda lêbelê Wezîr Katz di Twîttera malpera medyaya civakî da daxuyanî da.

Di dema ku ji bo îlhaqkirina Şerîeya Rojavayê deng derdikevin da gaveke wiha tê avêtin, ev jî tiştekî balkêş e.

- Ji hikûmeta Filistînê bertek

Di daxuyaniya hikûmeta Filistînê da jî ji bo mijarê wiha hat gotin: "Ev gava ewil a projeya îlhaqkirina Şerîeya Rojavayê ya Îsraîlê ye û dixebitin ku pêşî li avakirina dewleta Filistînê bibirin."

Yusiv el-Mehmûdê Berdevkê Hikûmetê di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ew gava ewil a dagirkirina erdê me ye. Hikûmeta dagirker bi quweta ku ji Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hildide va dixebite ku erdê me talan bike."

Partiya Lukudê ya di seroktiya Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê da di 1ê rêbendana 2018an da pêşnûmaya ku dibêje yekeya wargeha cihûyan a li Şerîeya Rojavayê îlhaqî Îsraîlê bikin qebûl kiribû.

- Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojavayê 50 sal in hatine dagirkirin

Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojavayê ji sala 1967an vir da bi destê Îsraîlê hatine dagirkirin. Îsraîlê bi dîwarê ku danî va herdu herêm ji hevdu veqetand, destûrê nade ku welatiyên Filistînê yên li Şerîeya Rojavayê derbasî Qudsa Rojhilatê bibin.

Tê gotin ku Îsraîlê ji sala 1967an vir da li Şerîeya Rojavayê ya dagirkirî 131, li Qudsa Rojhilatê 10, li girên Şerîeya Rojavayê jî 116 yekeyên wargehan ava kir.

Li gor hiqûqa navneteweyî hemû wargehên cihûyan ên ku li erdên Filistînê yên dagirkirî hatine avakirin dereqanûnî tên qebûlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.