Ekip
12 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
KATMANDU
Hat ragihandin ku li Katmandûya paytextê Nepalê balafireke rêwiyan a şirketa rêhewayên Bangladeşê ket xwarê û 38 kes mirin.
Li gor agahiyên berpirsên polêsan dan, di balafira aîdî şirketa US-Banglayê de 67 rêwî û 4 murettebat hebûn û li derdora Balafirgeha Navneteweyî Tribhuvanê ket.
Hat ragihandin ku 38 kesên di balafirê de mirin, 23 hatin rizgarkirin, lê eqûbeta 10 kesan jî ne diyar e.
Herwiha di fotoyên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de xuya dike ku dûman bilind dibe.