İbrahim Atmaca
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
BEXDA
Hikûmeta Iraqê diyar kir, heke ku Hewlêr ewlehiya balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) teslîmî Bexdayê bike û qedexeya li ser balafirgehan wê rabe.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Saad el-Hedîs daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo ku qedexeya li ser balafirgehan (yên li HKIyê) rabe ku biçin derveyî welêt, divê HKI li gor bendên makezagonê tevbigere û destûrê bide ku rêvebiriya navendî rayeya xwe ya desthilatdariyê li balafirgehan bisepîne."
Hedîsî destnîşan kir, çareserkirina mijara qedexeya firînê dîsa girêdayî mitabaqateke tam e ku Bexda û Hewlêr di mijara rêvebiriya balafirgehan da jî di navbera xwe da çêke. Hedîsî wiha dewam kir, "Aliyê din (Hewlêr) heke piştgiriyê bide çareseriyê, firîn wê normal bibin."
- Pirsgirêk tenê ew e ku ewlehiya balafirgehan teslîmî Bexdayê nakin
Hedîsî diyar kir ku ji bo mijarê di navbera Bexda û Hewlêrê da komîteyeke hevpar hatiye avakirin û komîteyê xebata xwe pêş xistiye. Hedîsî got ku meseleya gumrikê, lêxistina mohra pasaportan a têketin û derketinê û destûra mayînê ya biyaniyan û mijarên wek van ketin destê rêvebiriya navendî.
Hedîsî destnîşan kir, di mijara balafirgehên HKIyê da tenê li ser mekanîzmaya ewlehiyê lihevkirin çênebû ku mekanîzmayê teslîmî Bexdayê nakin û wiha dewam kir:
"Em dixwazin ku mekanîzmaya van herdu balafirgehan (Hewlêr û Silêmanî) bi destê rêvebiriya navendî were birêvebirin. Lewra ev herdu balafirgehên girîng di nav sînorên Iraqê da ne. Rêvebiriya sînor jî destê rêvebiriya navendî da ye. Dema ku mijara ewlehiyê ya balafirgehan çareser bû firînên wê derê (derveyî welêt) jî wê normalîze bibin."
Rêvebiriya navendî ya Iraqê ragihandibû ku "Qedexeya firînê ya li ser balafirgehên HKIyê 3 mehên din hatin dirêjkirin."
Hikûmeta Bexdayê ji ber ku HKIyê di 25ê îlona 2017an da referanduma nemeşrû kir, di 29ê îlonê da qedexeya firînê danîbû ser balafirgehên li Hewlêr û Silêmaniyê.