KAYSERÎ
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê cangorîkirina 3 leşkerên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê de daxuyanî da û wiha got: "Dema em bûyerên Kobanêyê û geşedanên dawiyê bidin ber hev, tê dîtin ku hin derdorên nav welêt û derveyî welêt planan dikin û dixwazin li Tirkiyeyê alozî û tevliheviyê derxin."
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Ez bangî welatiyên xwe dikim ku li dijî van êrîşan bibin yek û di nav yekîtî, hevkarî û şiûra neteweyî de li dijî van êrîşan bisekinin. Gelê herêmê jî li dijî vê rêxistinê di nav înfîalê de ye. Helwesta me ya ji bo pêvajoya çareseriyê dewam dike."
Serokwezîr Davutoglu der barê mijara li Îmraliyê avakirina sekreteryayê de jî wiha got: "Di serî de ez, rayedarên hikûmeta me negotine ku wê li Îmraliyê sekreterya were avakirin. Heta ewlehiya kamuyê pêk neyê, tu daxwaz û hevdîtin pêk nayê. Divê pêşiyê ewlehiya kamuyê pêk were û ev êrîş bi dawî bibin."