Muhammet Kurşun
16 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
WASHINGTON
Koalîsyona li dijî DEAŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê ragihand ku helîkoptereke eskerên Amerîkayê tê de bûn li rojavayê Iraqê ket.
Navenda Operasyona Biryardariya Tebîî ya Hêza Wezîfeya Yekbûyî daxuyanî da peyamnêrê AAyê û destnîşan kir ku helîkoptereke eskerên Amerîkayê tê de bûn li rojavayê Iraqê ket.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîba rizgarkirin û lêgerînê li cihê bûyerê xebatan dimeşîne.
Herwiha hat destnîşankirin ku dê der heqê bûyerê de lêpirsîn were destpêkirin.
Ji Pentagonê jî berpirsiyarekî bo peyamnêrê AAyê ragihand ku di helîkopterê de 7 eskerên Amerîkayê hebûne.