Sevim Hatun
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ASTANA
Li Astanaya paytexta Qazaxistanê di 5emîn civîna Astanayê de, Emrîkayê piştî pêşnumaya Rûsyayê ya başûrê Sûriyeyê ji çarçoveya herêmên bêşer were derxistin, plana xwe ya herêmên biewle eşkere kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên beşdarî civînê bûn hat sitandin, lijneya Rûsyayê duh wextê hevdîtinên dualî ji Îran û Tirkiyeyê re Dêra û Quneytrayê ji nav herêmên bêşer, pêşniyaz kiribû.
Hatibû hînbûn ku Rûsyayê ji ber ku li herêmê eskerên Emrîkayê hene biryar dabû ku der heqê rewşa herêmê de bi Emrîkayê re hevdîtinê bike.
Çavkaniyên mixalefetê ragihandin ku Stuart Jonesê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê ku di nav lijneyê de ye, duh êvarê li Otêla Grand Park Esilê bi lijneya mixalefetê re civînek li dar xistiye.