Nihat Kavşut
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
DOHA
Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Behreyna ambargo danîn ser Qeterê ragihandin bersiva rêveberiya Dewhayê ya daye lîsteyan daxwazan a ji 13 xalan pêk tê teslîm hildane û wê di demeke maqûl da bersiva xwe bidin
Li ser ajansên fermî yên Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Behreynê der barê mijarê da daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: " Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Behreynê ji bo bersiv bide lîsteya daxwazan heta 3yê Tîrmehê wext dan Qeterê. Peyra li ser navbeynkariya Şêx Sebah el-Ehmed el-Cabir es-Sabahê Emîrê Kuweytê qewlê dan Qeterê 48 saet hat dirêjkirin. Do êvarê beriya qewl biqede bersiva rêveberiya Dewhayê hat."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di demeke maqûl da bi navbeynkariya Kuweytê wê bersiva xwe bidin.