Muhammet Kurşun
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Cîgirê Mudîrê Têkiliyên Iraqê li Wezareta Derveyî Ali Onaner, diyar kir ku Tirkiyê li Iraqê her daîm piştgiriya mucadeleya li dijî DEAŞê kiriye û got: "Divê tu unsûrê ku di mucadeleya li dijî DEAŞê de piştgirî dane, pozisyona heyî bi xerabî neemilînin. Divê tu alî piştî DEAŞê gaveke ku ji aliyê xelkê herêmê ve wek cudakarÎ û sûîstimala mezhebî were dîtin neavêje. Em ehemmiyetê didin vê xalê."
Li Navenda Giştî ya Weqfa Lêkolînên Aborî, Siyasî û Civakî (SETA) panêlêk bi sernavê "Têkiliyên Iraq û Tirkiyê" hat lidarxistin û tê de referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Cîgirê Mudîrê Têkiliyên Iraqê li Wezareta Derveyî Ali Onaner di panêlê de wek axaftvan li ser siyaseta Tirkiyê ya li herêmê sekinî û referandûma Herêma Kurdistanê jî şirove kir.
Onaner anî ziman ku Tirkiye û Iraq di têkiliyan de xwedî tarîxeke pir kev in û du welatên dost, bira û cîran in."
Ji bo fêmkirina ehemmiyeta têkiliyên Tirkiye û Iraqê Onaner got divê li asta têkiliyên aborî were temaşekirin û di nava cîranan de qebareya herî mezin a ticareta Tirkiyê bi Iraqê re ye.
Onaner destnîşan kir ku ji bo avakirin û îstiqrara Mûsilê Tirkiyê 750 hezar dolar arîkarî daye Bernameya Geşedanê ya NYê (UNDP) û berê jî di şerê DEAŞê de her demê piştgirî kiriye.
Der heqê resmîbûna hêza Heşda Şebî û girêdayîna wek bi Serokwezîriya Iraqê de jî Onaner got Tirkiye vê pêvajoyê ji nêzîk ve taqîb dike û rexneyên ku tîne ziman jî ji aliyê meqamên Iraqê ve bi ehemmiyet tên qeydkirin.
Bal kişand ser bihêzbûna hin aliyan û got Tirkiyê li Iraqê her daîm piştgiriya mucadeleya li dijî DEAŞê kiriye û wiha dewam kir: "Divê tu unsûrê ku di mucadeleya li dijî DEAŞê de piştgirî dane, pozisyona heyî bi xerabî neemilînin. Divê tu alî piştî DEAŞê gaveke ku ji aliyê xelkê herêmê ve wek cudakarÎ û sûîstimala mezhebî were dîtin neavêje. Em ehemmiyetê didin vê xalê."
Li ser mewcûdiyeta rêxistina terorî PKKê jî wiha nirxandin kir:
"Rêxistina terorî PKK ku ji bo me û hemû iraqiyan tehdîdeke ciddî ye îro hê jî li ser piyan e. Hin komên ku bi navê PKK an jî hin navên din li dijî DEAŞê şer dikin dixwazin qadekê bi dest bixin. Me ev yek mixabin li Şengalê dît. PKK bi xapandina parastina êzidiyan ji DEAŞê dikeve van deveran. Li Şengalê cihek ji xwe re çêkiriye. Li hemberî vê yekê peyamên net ên hikûmeta merkezî û Kurdên Iraqê cihê kêfxweşiyê ne. Em bawer in ku bi heman ezm û biryara şerê li dijî DEAŞê ji bo PKK ji Iraqê were avêtin dê bixebitin. Tirkiye amade ye her cure arîkariyê bide."
Der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Onaner raya xwe wiha derbirî:
"Em ji serî ve dibêjin ku yekparçeyiya axa Iraqê ji me re muhîm e. Teşebbusa Rêveberiya Herêmî ya Kurdî berî her tiştî fêdeyê nagihîne wan bi xwe û îstiqrara herêmê. Hewleke wisa piştgiriyê wernagire û em jî bi tu awayî destek nakin. Me ev yek bi îfadeyên herî zelal ji muxatebên xwe yên kurdên Iraqê re jî got."
Onaner bi bîr anî ku Tirkiye di pêwendiyên bi Hewlêrê de helwesta xwe ya der barê referandûma serxwebûnê de diyar dike. Herwiha got îstiqrar û bihêzbûna Iraqê bêguman di berjewendiyên Tirkiyê de ye.