Muhammet Kurşun
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku milîsên şiî Heşda Şebiyê li navçeya Tûzxurtmatûyê êrişî hêza Pêşmerge kirin û pêşmergeyek kuştin, yek jî birîndar kirin.
Li gor malpera resmî ya YNKê nîşangirên milîsên Heşda Şebiyê êrişî konvoyeke Pêşmerge kir û di encam de şofêrê otomobîlekê hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Wek tê zanîn îro li Tûzxurmatûyê û deverên din ên bi nîqaş ku Kerkûk jî di nav de ye referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê birêve diçe.