Azat Muhemmet
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
KERKÛK
Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî der barê êrişên Heşda Şebiyê û rûdanên li Kerkûkê de got: "Heşda Şebiyê û Artêşa Iraqê li nahiyeya Tazexurmatû, herêma Pîşesaziya Kerkûkê êrişî Pêşmerge kirin, Pêşmerge jî bi çekên giran cewaba wan da."
Kemal Kerkûkî, bo peyamnêrê AAyê behsa rûdanên bişevê kir û wiha agahî dan:
"Di nav Heşda Şebiyê de hin kes hene ku bi zimanê Farisî xeber didin û bi wan çekên ku ji hêza koalîsyonê ketiye destê wan li dijî Pêşmerge şer dikin."
Fermandeyê Pêşmerge Kerkûkî wiha nirxandin kir:
"Heşda Şebiyê û Artêşa Iraqê li nahiyeya Tazexurmatû, herêma Pîşesaziya Kerkûkê êrişî Pêşmerge kirin, Pêşmerge jî bi çekên giran cewaba wan da."
Li ser rola hêza koalîsyonê jî Kerkûkî wiha got:
"Firokeyên hevpeymanê çend roj in çavdêriya rewşê dikin û teyareyên wan li esman difirin, dê encamê vê derkeve holê."
Ji bo Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî wiha axivî:
"Serokê Herêma Kurdistanê seet bi seet li ser hêlê ne. Me jî li ser fermana Serokê Herêmê xwe girtiye û me şer neda destpêkirin."