21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê François Holllande diyar kir ku Fransa di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriyê dide Iraqê û wiha got: "Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê li dijî DEAŞê şer dike. Em digel hêzên koalîsyona navneteweyî piştgiriyê didin hêzên artêşa Iraqê."
Hollande li Qesra Elyseeyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî kir.
Hollande piştî hevdîtinê daxuyanî da endamên çapemeniyê û wiha axivî: "Pêşmerge di şerê rizgarkirina Mûsilê de li eniya pêşiyê ye û roleke wî ya giring heye. Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê li dijî DEAŞê şer dike. Em digel hêzên koalîsyona navneteweyî piştgiriyê didin hêzên artêşa Iraqê."
Barzanî ji bo piştgiriya Fransayê spasî kir got ku ew li ser mijarên wekî " Em bi Hollande re li ser têkoşîna li dijî DEAŞê hevkariyeke çawa bikin û piştevaniya Farnsayê ya dide Pêşmerge" sekinîn.