22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê Komeleya Alîkariyê ya Ereban (ARAP-DER) Şukru Kirboga derbarê alayên DYAyê yên li Tel Ebyadê hatin daliqandin da got: "Herî zêde Tirkmen û Ereb li Tel Ebyadê hene. Ji ber ku li vir eskerên herêmê biparêzin tune ne. Ji ber vê yekê PYDyê jî li herêmê alayên DYAyê daliqandin. Dixwazin bi vî awayî peyama 'Me ev herêm bi alîkariya we sitand, lê ne esker ne jî miletê me yê ku vê herêmê biparêza heye' bidin DYA û Rojava."
Kirboga ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, Artêşa Sûriyeyê ya Azad hewl da ku herêmê bike kontrola xwe, lê belê paşê hêzên din tevlî vê şerê bûn û rewş guherî.
Kirboga got ku piştî hêzên navneteweyî yên din tevlî bûyerê bûn, muxalefeta li dijî Esad ket zorê ji ber vê yekê şerê li Sûriyeyê ewqas dirêj bû.
Şukru Kirboga got ku bi rêya DAEŞ û PYDyê va li ser herêmê dilîzin û wiha dewam kir: "Di dîrokê da mînakên wiha gelekin. Heke mirov bi awayekî di îfade bike, di dîrokê da gelek mudaxaleyên evan hêzan çêbûne."
Kirboga wiha axivî: "Modela sereke ya ku tesîrê li roja îroyîn dike 'Palana Oded Yinon'ê ye. Pergala navneteweyî di salên 80yî da dest bi guherînê kir û ev plan wê demê derket. Di sala 2006an da piştî weşandina gotara Ralph Peters a bi navê 'Sînorên Bixwîn' dîsa derket rojevê. Hemû guherînên li Iraqê li gor vê planê diqewime. Wekî li Iraqê hêzên Rojavayî ji ser El Qaîdeya Iraqê va midaxeleyî herêmê kirin, di roja îroyîn da jî bi saya rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ û PYDyê vê dikin."
Kirboga diyar kir ku êrîşa DAEŞê ya li dijî Kobaniyê û geşedanên ku piştî vê êrîşê qewimîn li derveyî vê mijarê ne û got ku her kes hay ji lîstika ku li Sûriyeyê tê lîstin heye.
"PYD ketiye tengasiyê"
Kirbogayê Serokê Giştî yê ARAP-DERê destnîşan kir ku DYA dixwaze ji komên li herêmê cuda cuda îstifade bike û wiha dewam kir: "DYA li herêmê neyartiya di navbera koman da baş dizane û jê îstifade dike. Ji her kesî ra tiştên cuda dibêje, qala dewleta kurdan, ya îslamê, ya durziyan û ya elewiyan dike û ji neyartiya wan îstifade dike."
Tirkiye ji bo korîdora terorê li Cerablûsê biqedîne piştî ku biryar da wê li Tel Ebyadê jî bike û ev yek di nav civakê da hat xeberdan tirs ket nav dilê PYDya rêxistina terorê ya ku Tel Ebyadê dagirkiribû. Piraniya gelê Tel Ebyadê ji erep û tirkmenan pêk tê û ji ber ku hêza eskerî jî tuneye wê derê bibarêze PYDê ji mecbûrî alayên DYAyê dalqand. Bi vê alayê va dixwazin ji welatên rojava û DYAyê ra bibêjin 'Me vê herêmê bi alîkariya we stend lê ne xelqê me û ne jî hêza me ya ku em bikaribin vê derê biparêzin tuneye'. Tevgera Mertalê Feratê nîşanî çar aliyê dinyayê da ku hewl û xebatên DYAyê yên li Sûriyeyê hemû lîstik in. Ji bo bertererfkirina vê nêrînê û rê li ber serfiraziya Tirkiyeyê girtinê li hundir û derve wê hevkariyên gelek qirêj bên kirin."
Şêniyên ku ji ber şer û pevçûnên li welatê wan qewimî û xwe spartine Akçakaleya navçeya Şanliûrfayê jî dibêjin ku ew bi tu awayî li ser axa xwe alaya PYD û DYAyê naxwazin û bertek nîşanî vê yekê didin.
Sellum Hadiyê ji Sûriyeyê ku rûdanên li welatên wî diqewimin ji nêz va dişopîne diyar kir ku ew bi darê zorê yê PYDê ji mecbûrî sal û nîvek berê ji Tel Ebyadê derketin û wiha pê da çû: "Em li ser axa xwe ne alaya PYD û ne jî ya DYAyê dixwazin. Ev nêrîna demokrasiyeke çawaye. Qaşo ev wê me xilas bikin lê sedema hatina me ya ji wir PYD ye. Em gelê Sûriyeyê li ser axa xwe alaya PYD û DYAyê teqez naxwazin. Ev ax û welat ji bav û kalên me ji me ra maye."