Hat ragihandin ku hevjîna Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ahmad di hilbijartinên parlamenteran de dengê xwe neda.
Şêwirmendê taybet ê Hero Îbrahîm ê bi navê Darfa Karadagi, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji ber ku Hero xanim li Kerkukê ji dayik bûye û nifûsa wê li wir e, nekarîbû beşdarî hilbijartinan bibe. Li gor qanûnên herêma Kurdîstanê yên kutikên wan li Erbîl, Silêmanî û Duhok nebin, nikarin di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bikar bînin."
Hevjîna Telebanî deng neda lê zarokên wan li Silêmaniyê dengê xwe dan. Ji aliyê din ve Celal Telebaniyê li Almanyayê tê derman kirin jî nekaribû beşdarî hilbijartinan bibe.