Elif Orhan
03 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
ANKARA
Heyeta çapemeniyê ya ji 11 kesan pêk tê ya ku ji bo perwerdeyê ji Sûdana Başûr hat Tirkiyeyê Anadolu Agency (AA) ziyaret kir.
Kordînatoriya Perwerdeyê ya Çapemeniyê ya TRTê ji bo ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûdana Başûr de di warê çapemeniyê de pêş bikevin perwerde da 11 mensûbên çapemeniyê yên ku ji wê welatê vexwend. Heyeta ku di çarçoveya perwerdeyê de li Tirkiyeyê ye bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê.
Berpirsyarê Weşana Zimanên Dinyayê yê AAyê Mehmet Ozturk û Berpirsyarê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Faruk Tokat heyeta nasandin û çapemeniyê ya Serokomariya Sûdana Başûr û Saziya Weşanê ya Dewleta Sûdana Başûr ezimandin.
Ozturk der barê fealiyetên AAyê, zimanên weşanê û hedefên wê de agahî dan heyetê.
Ozturk got ku AA di serî de Erebî, Îngilîzî û Fransizî bi 13 zimanan weşanê dike û diyar kir ku AA yek ji saziyên herî girîng ên çapemeniyê yên dinyayê de cî digire.
Ozturk pişî pêşkêşiya bivîdeo ya ku AAyê dinase bersiva pirsên heyeta çapemeniyê da.
Heyetê gelekî eleqe nîşanê bernameya "Perwerdeya Nûçegihaniya Şer" da û li ser vê yekê Ozturk di vê mijarê de agahî da heyetê.
Ozturk der barê pêşbaziya wêneyan a Anadolu Agencyê ya navneteweyş "Îstanbul Photo Awards"ê de jî agahî dan û diyar kir ku gelek wênekêş beşdarî pêşbaziyê dibin.
Ozturk qal kir ku ji ber ezimandina heyetê kêfxweş e û vazoya çîniya Kutahyayê diyariyê serokê heyetê Maal Maker Thîon Maal kir.