Önder Beyter
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Li Libyayê li rojhilatê paytext Trablusê balafirên hêzên General Xelîfe Hefter êrîşî navendeke starkirinê ku koçberên bêdestûr lê dimînin, kirin û li gorî zanyariyên destpêkê zêdetirî 30 kesî hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) Fewzî Uneyîs di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku balafirên hêzên Hefter êrîşa asîmanî birin ser navendeke starkirinê ya li herêma Tacurayê ku koçberên bêdestûr lê dimînin û di encamê da zêdetirî 30 kesî hatin kuştin.
Uneyîs herwiha diyar kir ku di êrîşê da gelek kes jî birîndar bûn ku ev amar dê zêde jî bibe.
Uneyîs got ku li navendê koçberên ji Afrîka, Misir û herêma Bengalê ya li Asyaya Başûr hene.
Serokê Teşkilata Dijî Koça Bêdestûr El-Mebruk Ebdulhafiz jî di daxuyaniya xwe ya ku da qanala Libya El-Ehrarê da diyar kir ku li navenda ku rastî êrîşê hat qedera 120 koçberên bêdestûr hene.
Hat diyarkirin ku navenda navborî, girêdayî Tabûra Ed-Daman a HRNyê ye.