İbrahim Atmaca
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilata Lîbyayê, herêma Karabuliyê ya ku dikeve rojhilata paytext Trablusê bombebaran kir û sê sivîl hatin kuştin.
Misteşarê Çapemeniyê yê Wezareta Tenduristiya Lîbyayê Emîn el-Haşimî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku milîsên Hefter li paytextê bi fuzeyên Gradê êrîşî herêma sivîlan a Karabuluyê kir û di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, kesek jî birîndar bû.
Milîsên Hefter şeva şemiyê jî êrîşî cihên sivîlan kiribû û di êrîşa roketan da yek jê zarok 7 sivîl hatibûn kuştin.