Haydar Şahin
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 10 Sibat 2019
ÎDLIB
2 bajarokên Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber êrîşên hêzên rejima Beşar Esed ên 2 mehên dawîn wekî "bajarokên xirabe" hatin îlankirin.
Bajarokên Tuh û Cercenazê di encama mitebeqata Soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê îmze kiribûn da ji sîlahên giran hatibûn safîkirin ligel vê di van 2 mehên dawîn da rastî êrîşên tund ên rejimê hatin.

Bi deh hezaran malbatên li herdu bajarokan jiyana xwe didomandin mecbûrî koç kirin û xwe sipartin kampên li nêzî sînorê Tirkiyeyê.
Rejimê bi topan zirareke mezin da bajaran û gelek xanî hilweşandin. Bi dehan sivîl hatin kuştin.
Meclisên herêmî ji ber ku ji sedî 85ê serjimara herdu bajarokan koç kir bajarok wekî "bajarokên xirabe" îlan kirin.

- Bajarok di hedefa bombebarana rejimê da ne
Medya Gacarê endamê meclisa herêmî ya Tuhê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejima Esed 2 meh e bajarok daye ber topan.
Gacar wiha axivî: "Hêzên rejima Esed ev 2 meh e her tim êrîşî bajarokê dike. Merivên li vê derê ji canê xwe tirsiyan. Gel koçî wargehên ewledar û nêzî sînorê Tirkiyeyê kir."
Gacar destnîşan kir ku li herêmê xebatên bazirganî û sivîlan bi tevahî bi dawî bûn, meclisa herêmî bajarok wekî "bajaroka xirabe" îlan kir.

Muhemed Helacê Midûrê Saziya Midaxeleyê ya Sûriyeyê yê ku alîkariyê digihîne hewcedaran û koçê dişopîne jî got, "Bajarokên Tuh û Cercenazê di van 2 mehên dawîn da bûn hedefa bomberana hêzên rejimê."
Helac wiha axivî: "Li bajaroka Tuhê 33 hezar malbatî jiyana xwe didomand. Hinekên wan ji vê derê bûn hinek jî ji derva hatibûn. Ji sedî 85ê wan koç kirin. Li Cercenazê 4 hezar malbatî jiyana xwe didomand. Nika li dorberê bajarokê bi tenê 520 malbat man. 9 xwendingeh, firinek û nexweşxaneyeke li bajarokê vala man."

Şaman Ramdanê ji bajaroka Tuhê jî bal kişand ku di nav bajarokê da ciyê eskerî an jî komên mixalif tunene û wiha pê da çû: "Herêm ji sîlahên giran hatibû safîkirin ligel vê êrîş dewam dikin. Ji ber êrîşên tund ên rejimê daîreyên xizmetê yên bajarokê êdî naxebitin."
Ehmed Reşîdê ji bajarokê jî got, "Hêzên rejimê her roj êrîşî bajarokê dikin û ji ber êrîşan gelê herêmê koç kir. Herêm vik û vala ma."