Elif Irmak,Abdullah Tel,Haydar Şahin,İbrahim Atmaca
04 Adar 2021•Rojanekirin: 05 Adar 2021
Iraq ji bo ziyareta Papa Franciscusê pêşengê ruhanî yê Katolîkan amadehiyan dike û bernameya Papa jî diyar bû.
Li gor plankirinê Papa wê sibê li Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bi merasima fermî were pêşwazîkirin, wê li balafirgehê di salona ku kesên taybet wê lê werin ezimandin da, wê bi Serokwezîr Mistefa el-Kazimî ra hevdîtinê bike.
Paşê wê li Herêma Kesk a li Bexdayê ji aliyê Serokomar Berhem Salih va dîsa bi merasima fermî were pêşwazîkirin, Papa û Salih wê hevdîtinê bikin û Papa wê paşê bi nûnerên saziyên civaka sivîl û dîplomatan ra were bal hev.
Papa wê li Bexdayê derbasî Dêra Seyyîdetul Necatê ku di 2010ê da dema ayînê êrîşa terorê lê hat kirin û bi deha kes hatin kuştin, bibe û li vê derê wê bi rîspiyên Katolîk û Suryanî ra hevdîtinê bike û biaxive.
- Wê li Necefê bi Sîstanî ra hevdîtinê bike
Papa wê di roja duyem a ziyareta xwe da jî pêşiyê li Necefê bi pêşengê şîeyan Ayetullah Elî. el-Huseynî es-Sîstanî ra rûnê. Civîna li vê derê wê bêyî çapemeniyê were kirin.
Her çend tê îdiakirin ku Papa û Sîstanî wê di hevdîtinê da li ser xweşbîniya navbera dînan zebteke mitabaqatê ya hevpar îmze bikin jî, rêvebiriya Iraqê û aliyên Sîstanî ev îdia derewandibûn.
- Li bajarê Ûrê wê xîtabî gel bike
Papa piştî Necefê wê biçe serdana bajarê Ûrê ya wisa tê bawerkirin Hezretî Îbrahîm lê atiye dinyê û ser Nasiriyeyê ye û li wê derê axaftineke xweşbînî bike.
Pêşengê alema katolîkan ber bi êvarê wê bizivire Bexdayê û li Katedrala Yusif a Kildanî merasîma pîroz bike.
- Li Hewlêrê wê bi Barzanî ra bê bal hev
Papa wê di 7ê Adarê da derbasî Hewlêrê bibe. Papa Franciscus li wê derê ji alî Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikûmetê va wê bê pêşwazîkirin.
Li balafirgehê piştî hevdîtina yeko yek a bi Barzanî ra Papa wê bi helîkopterê derbasî Mûsilê bibe.
Papa li Mûsilê wê biçe serdana Karakuş a Xiristiyan lê zêdene û li wê derê axaftinek bike. Piştî Mûsilê Papa wê dîsa derbasî Hewlêrê bibe û di Stadyuma Franso Harîrî da wê ayîna pîroz bike. Ji wir heman êvar derbasî Bexdayê bibe şevê li wê derê derbas bike û piştî merisam xatirxwestinê wê berê xwe bide Romayê.
- Li Bexdayê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin, psterên Papa hatin daliqandin
Li Bexdayê beriya ziyareya Papa tevdîrên ewlehiyê derxistin asta bilind.
Li rêyên sereke yên paytextê û rêyên derdikvein Herêma Kesk cihên kontrolê hatin zêdekirin, jimara polês û eskerên li kuçe û kolanan jî balê dikşîne.
Meydana Tehrîrê ya li navenda Bexdayê, rêya Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî û dîwarên dêran va posterên Papa hatin daliqandin.
Tê dîtin ku li dîregên ceyranê û dîwarên li paytext posterên ku Papa û Sîstanî bi hev ra ne hatine daliqandin.
- Serokomarê Iraqê ziyaret wekî "dîrokî" bi nav kir
Di çarçoveya amadehiyên berî ziyareta Papa da heyeteke ji Vatîkanê hatibû bajarê Necefê û bi rayedarên li ofîsa Sîstanî ra hevdîtin kiribû.
Serokomarê Iraqê Salih ziyareta Papa wekî "dîrokî bi nav kiribû û gotibû ku "Ev ziyareta dîrokî dê bi hemû pêkhateyên wê va ji bo gelê Iraqê bibe peyama piştgiriyê, yekîtî û bihevrabûna mirovahiyê, xweşbînî û têkoşîna dijî radîkalîzmê."
Mîtça Lîskoferê Balyozê Bexdayê yê Vatîkanê jî di 14ê sibatê da bi Serokwezîr Kazimî ra hatibû bal hev.
Kazimî diyar kiribû ku ziyareta Papa ew ê tevkariyê bide biratî û îstiqrara herêmê, hemû astên welêt ew ê ji ziyaretê memnûn bibin.
Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadr a Şiî jî gotibû: "Ciyê Papa beriya aqilê me di dilê me da ye."
Ebû Elî Eskeriyê Berdevkê Rêxistina Hîzbilaha Iraqê (koma milîsên Şiî) jî li ser Twîtterê ziyareta Papa rexne kiribû û îdia kiribû ku ziyaret bi pêvajoya normalbûnê ya bi Îsraîlê ra têkildar e û wiha pê da çû bû: "Em ji bo axaftina bi qilifê diyaloga nav dînan a li bajarê Urê hişyariyê didin, ji bo wext, mekana hatin eşkerekirin jî di şikê da ne."
- Rewşa Xiristiyanên Iraqê yên her ku diçe hejmara wan kêm dibe
Qismeke Xiristiyanên li Iraqê di dema dagiriya Amerîkayê ya 2003yan da welat terk kiribû, qismeke wan a mezin jî di dema şerê mezheban da koç kiribû. Pirsgirêka ewlahiyê ya li welêt yên mane dixe fikaran û difikirin ku welêt terk bikin.
Tê îdiakirin ku beriya dagiriya Amerîkayê li Iraqê kêm zêde milyonek Xiristiyan hebûn. Qismeke girîng a Xiristiyanên koç kirin çûn Amerîka û welatên Ewropayê, li wan deran jiyana xwe didomînin.