Türkan Tosun
04 Adar 2021•Rojanekirin: 05 Adar 2021
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xebatkarên tenduristiyê aşiya şirketa Sînopharmê ya Çînê ya ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) çêkiriye bûn.
Di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da 20 xebatkarên tenduristiyê aşiya Sînopharmê bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daxuyandibû ku aşiya şirketa Sînopharmê ya Çînê dest pê kir.
Aşî di 2yê Adarê da gihîştibû Bexda û Hewlêrê. Hatibû daxuyandin di balafira ku aşiyan tîne da 50 hezar doz aşî hene.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Iraqê Wezareta Tenduristiyê bi şirketa Sînopharmê ra peyman çêkiribû ku ji Çînê 2 milyon doz aşî bê kirîn.