31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku jetên ûris li Etarîba navçeya Helebê navendeke çandê û niştecihekî sivîlan bombebaran kir. Di êrîşan da 3 kes mirin 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Etarîbê hildan, jetên ûris li Etarîba navçeya Helebê êrîşî navendeke çandê û niştecihekî sivîlan kir. Li herêma ku di destê mixalifan da ye, 3 sivîl mirin, 6 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê da li navenda çandê û binayên sivîlan da xesareke mezin çêbû.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 30ê îlonê da ragihandibû ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê operasyonên esmanî dan destpêkirin. Lê jetên ûris herî zêde li Xumus, Hama, Îdlib û Helebê êrîşî baregeh û kampên perwerdeyê yên mixalifên netundraw dike.