01 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
HELEB
Li Azeza navçeya Helebê pevçûnên navbera Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) û DAEŞa rêxistina terorê da pevçûn giran bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda mensûbên DAEŞê êrîşî gundê Bîrîxata Azezê kir. Di pevçûnê da 10 endamên DAEŞê hatin kuştin, 30 endam birîndar bûn. Yekîneyên Cephetü'ş-Şamê gelek endamên rêxistina terorê jî dîl girtin.
Pevçûn dewam dikin.