Gormez di peyama ku bi hinceta Şeva Beratê weşand de destnîşan kir ku di 12yê Hezîranê de êvara îniyê dê şeva Beratê bê îdraqkirin.
Gormez di peyama xwe de wiha got: "Şeva Beratê, ji xerabî, nebaşî, bêheqî û bêedaletiyê dûrketinê nîşanî me dide û me ji bin bandora nefs û xwebîniyê derdixe. Ev şev me ji van tiştên nebaş xelas dike û berata me nîşanî me dide, me ji şeytanê ku xerabiyê dide ber me, xelas dike. Misliman di vê şevê de xwe, jiyana xwe û hêviyên xwe plan dikin û di çarçoveya Qûr'ana Pîroz û Sineta Pêxember de sererast dikin. Bi vî awayî jî Şeva Beratê rêya mumîniyê û rizaya Xwedê dide ber mislimanan. Li ser vê yekê em fêm dikin ku ger em guhê xwe bidin peyama Cenabê Xwedê û sineta Pêxemberê me, em ê bigihêjin berat û meqseda xwe."