İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ragihand, di mijara astengkirina fînansmanê terorê da Qeter gelekî pêş ket, lêbelê hê gelek kar û bar hewce dikin.
Berdevkê Wezaretê Heather Nauert piştî ku dest bi wezîfeyê kir, cara ewil derket pêşiya rojnamegeran û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Nauert li ser krîza navbera Qeter û hin welatên ereban sekinî û wiha dewam kir: "Qeter li ser pereyê şikbar lêkolîna hiqûqî dike, mal û milkan radigire û pergala kontrola bankeyan çêkiriye. Qeter di mijara astengkirina fînansmanê terorê da hewlên cidî nîşan da, em vê dibînin. Pêşketin çêbû, lêbelê hê gelek kar û bar hewce dikin."
Nauert diyar kir, têkiliya Amerîka û Qeterê xurt e û wiha dewam kir: "Bi Qeterê ra têkiliyeke me ya xurt heye. Bi Qeterê ra û bi welatên din ên li herêmê ra em li dijî terorê tevkariya xwe didomînin."
Berdevk Nauert got ku divê hemû welatên herêmê piştgiriya xwe ya ji bo teror û tundrawiyê bi dawî bikin.
Her wiha Nauert diyar kir ku welatên ku li dijî Qeterê hewl dan, berî hewildanê Amerîka agahdar kirin.