16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
DOHA
Li Dohaya paytextê Qatarê nexweşxaneya ewil a Tirkiyeyê bi destê Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û Nîhat Zeybekciyê Wezîrê Aboriyê hat vekirin.
Li gor nûçeya QNAya ajansa fermî ya Qatarê Çavuşoglu di vekirinê da diyar kir nexweşxane ji şirîkatiya Tirkiye-Qatarê model e û got li nexweşxaneyê bijîşkên pispor ên ji Tirkiyeyê dixebitin.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Tirkiye di warê tenduristiyê da pêş ketiye û got ku nexweşxane xizmetê dide hemû herêmê.
Volkan Uygunçarlarê midûrê nexweşxaneyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li nexweşxaneyê hemû pispor hene. Li nexweşxaneyê 85 nivîn, 5 odeyên emeliyetê, 5 klînîk û beşên nexweşînên jin û zarokan hene."