Önder Beyter
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Rêveberiya Amerîkayê bertekeke tund nîşanî Îranê da ku ragihand ku lîmîta uranyuma dewlemendkirî derxist ser lîmîta stoqê ku di peymana nukleerê da wekî 300 kîlogram hatiye destnîşankirin.
Qesra Spî û Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê piştî ku Îranê ragihand ku wan, lîmîta stoqa uranyuma dewlemendkirî derbas kir, cuda cuda daxuyanî dan û bertek nîşan dan.
Di daxuyaniya Berdevkiya Çapemeniyê ya Qesra Spî da hat diyarkirin ku xeletiya herî mezin ew e ku destûrê bidin Îranê ku uranyuma dewlemendkirî ya di her astekê da bi dest bixe. Di daxuyaniyê da herwiha hat îdiakirin ku Tehranê beriya peymanê jî mercên peymanê binpê kirin.
- "Em ê îznê nedin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerê"
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Divê em careke din vegerin ser standardên astengkirina belavbûna çekên nukleerê ku ji bo Îranê dewlemendkirina wê tuneye. Amerîka û mitefiqên wê dê tu wextî îznê nedin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerê."
Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku kampanyaya "zexta maksîmum" ya dijî Îranê dê bidome û wiha hat gotin, "Rejima Îranê divê ji armancên xwe yên nukleerê vagêr be."
Ji aliyekî din va jî Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bangî Îranê kir ku lîmîta stoqa uranyumê derbas neke.
Pompeo Îran bi wê yekê tawanbar kir ku li ser asta herêmê sponsoriya terorê dike û wiha got, "Tu peymaneke nukleerê divê derfeta dewlemendkirina uranyumê nede Îranê."
Pompeo, bal kişand ser biryarên ku sala 2006an li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatin wergirtin û diyar kir ku di mijara dewlemendkirina uranyumê da biryarên navborî hê jî derbasdar in.
Pompeo herwiha îdia kir ku Îraneke ku di dêst da çeka nukleerê hebe, dê hem ji bo herêmê û hem jî ji bo dinyayê bibe gefeke mezin û wiha dewam kir, "Rêveberiya Trump bangî civaka navneteweyî dike ku standardên astengkirina belavbûna çekên nukleerê ku ji bo Îranê dewlemendkirina wê tuneye, jinûva bên cîbicîkirin."
- "Amerîka amade ye ku dest bi mizakereyê bike"
Pompeo wiha got, "Amerîka amade ye ku dest bi mizakereya peymaneke nû û berfireh bike da ku tehdîda Îranê ya li ser aştî û ewlekariya navneteweyî çareser bike."