OUAGADOUGOU
Hat ragihandin ku ji balafira Cezayîrê ya ku li Maliyê ket, tu kes sax xilas nebû.
Serokê Sererkaniya Burkîna Fasoyê Orgeneral Gilbert Diandiera, daxuyanî da çapemeniyê. Diandiera destnîşan kir ku balafir li Djiboya Burkîna Fasoyê li bakurê rojhilatê Maliyê ket û wiha got: "Tîmên xilaskirinê yên ku çûn ciyê qezayê, mixabin tenê perçeyên cinazeyan dîtin. Ji ber ku bi şev bû derfet tunebû ku em bûyerê baş binirxînin."
Diandiera destnîşan kir ku îhtimal tuneye ku balafir hatibe revandin, lê dibe ku ji ber ba û bagerê ketibe.
Serokomarê Maliyê Îbrahîm Ebu Bekir Kîtta ragihandibû ku enqaza balafira Cezayîrê li çolistana li bakurê Maliyê hatiye dîtin.