Haydar Şahin
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ziyareta wî ya Cezayir, Senegal, Morîtanya û Maliya welatên Afrîkayê kêrhatî derbas bû û got, "Di heyameke ku pergala dinyayê ya teze tê avakirin da em dixwazin bi Afrîkayê ra bimeşin."
Serokomar Erdogan ziyareta xwe ya Cezayir, Morîtanya, Senegal û Maliya welatên Afrîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxand.
Erdogan wêneyên ziyaretê jî weşand û got, "Ziyareta me ya Cezayir, Morîtanya, Senegal û Maliya welatên Afrîkayê zehf kêrhatî derbas bû û temasên me bi erênî hatin temamkirin. Di heyameke ku pergala dinyayê ya teze tê avakirin da em dixwazin bi Afrîkayê ra bimeşin."
Erdogan destnîşan kir ki Cezayira ku biratiya 500 salî pê ra heye wekî girava ewledar a aborî û siyasî ya herêmê dibînin û wiha pê da çû: "Bi îzna Xwedê di hemû qadan da dostiya me ya bi Cezayirê ra ew ê zêde be. Bi taybetî di mijara veberhênanê da em ê bigihêjin asteke girîng."