Partiya Tevgera Aştiya Civakî ya yek ji milê Rêxistina Birayên Misilman (Îxvan) a li Cezayîrê ye, bangî Serokomar Abdulazîz Bûteflîk kir ku mudaxaleyî qedexeya sergirtinê ya karmêndên gumrikê bike.
Di daxuyaniya partiyê de ev agahî cih girtin "Em bangî Serokomara ku yekemîn parêzvanê zagona bingehîn e dikin, bila mudaxaleyê biryara sergirtinê bike, ev biryar di nav jinên cezayîrî de dibe sedema cudatiyê. Bila Serokomar vê biryarê ji holê rake. Ev biryara li ser karmendên gumrikê di zagona bingehîn de tune."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin xwedî kar her çiqas ev qanûn di zagona bingehîn de nebe jî, naxwazin jinên sergirtî bigrin kar. Ev cudatî hat rexnekirin.