Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku sedemê ji Kerkûkê vekişîna pêşmerge "yekalî" tevgerîna hin aliyên siyasiî ye.
Barzanî der barê "jinişkave vekişîna" pêşmerge ji Kerkûk û herêmên din ên binîqaş de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Serokê HKIyê Barzanî di daxuyaniya xwe de ev gotin:
"Sedemê tiştên ku li Kerkûkê qewimîn yekalî tevgerîna hin aliyên siyasî yên li Herêma Kudistanê ne. Rewşa tevgerîna yekalî bû sedem ku pêşmerge tevde paş vekişe. Ev paşvekişîn jî di çarçoveya agahdarkirina dualî hat kirin. Xeta temasê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de paş vegeriya sînorê beriya operasyona ji destê DEAŞê xilaskirina Mûsilê."
Operasyona ji destê DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Mûsilê di 16ê cotmeha 2016an de dest pê kiribû.