Hosni Nedim,Zeynep Tüfekci Gülay
22 Adar 2025•Rojanekirin: 22 Adar 2025
Li bajarê Xezeya li bakurê Xeta Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê 5 zarok hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên nexweşxaneyan artêşa Îsraîlê li başûrê bajarê Xezeyê li Taxa Tuffahê mala malbata "El-Meşherawî"yê bombe kir.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê 5 zarok hatin kuştin.
Li gor agahiyan ji ber êrîşên Îsraîlê gelek birîndar bûne û kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê.