Hat ragihandin ku Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê ji bo parastina Mescida Eqsayê banga "seferberiya giştî" kir.
Bi îmzeya Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê Yûsif el-Qaradawî û Sekreterê Giştî Elî Karadag daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Misilman li dijî îxlalên Îsraîlê yên li ser Qudus û Mescida Eqsayê bêdeng nemînin û wiha hat gotin: "Em bangî hemû Misilmanan dikin ku ji bo parastina Mescida Eqsayê berpirsiyariya xwe bînin cî."
Şêniyên cihû û rayedarên Îsraîlê car caran dikevin hundirê Kuliyeya Eqsayê û aciziyê didin cimaeta mizgeftê û xwendekarên ku perwerde dibînin.