Birca Hewlêrê ya Dîrokî ket Listeya Mîrata Çandê ya UNESCOyê.
Bi mebesta qebûlê li ber Birca Hewlêrê ya Dîrokî merasimek hat lidarxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Midûrê Giştî yê UNESCOyê Îrîna Bokova û hin erkdarên din beşdarî merasimê bûn.
Bokovayê belgeya derbarê qebûlê de radestî Barzanî kir.
Barzanî di merasimê de axivî û diyar kir ku Birca Hewlêrê ya ku xwediyê dîrokeke 6 hezar salî ye, ket Listeya Mîrata Çandê ya UNESCOyê. Barzanî destnîşan kir ku Birca dîrokî bû nirxeke hevpar a dinyayê û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê û hemûyê Iraqê bi vê qebûlê serbilind bû. Herwiha ev ji bo Rojhilata Navîn jî geşedan û pêşveçûneke girîng e."
Barzanî got ku Birca Hewlêrê di dîroka dinyayê de navê xwe nivîsand û wiha dewam kir:
"Ev Birca dîrokî bi hezar salan ji hezaran şaristan, çand, împeretorî û rêvebiriyan re malovanî kiriye. Di hemû serdeman de ji bo parastina Hewlêrê bûye mertal. Bi vesîleya vê bircê dagirker têk çûne. Herwiha ji bo geşbûn û pêşveçûna wêje û muzîka kurdan jî xwedî cihekî girîng e. Li vê derê bi hezaran alim û rewşenbîr jiyane û bi vî awayî birc bûye yek ji nevendên herêmê ya herî girîng."
-Pirsgirêka DÎŞIyê
Barzanî di axaftina xwe da bal kişand ser pêvajoya ku Iraq jê derbas dibe û got ku em bi dijmenekî xaîn, dirinde û hov re rûbibû ne.
Barzanî wiha dewam kir: "Hêzên pêşmergeyan li hemberî DÎŞIyê bi wêrekî şer dikin û bi ser jî dikevin. Hêzên me yên çekdar li ser navê dinyaya azad li hemberî terorîzmê şer dikin. Hêzên me yên pêşmerge li ser navê mirovahiyê her roj dimrin û birîndar dibin."
-"Em her tim pêş dikevin"
Nêçîrvan Barzanî got "Pêşmerge li Kobanê digel bira û xwîşkên xwe ji bo parastina Kobanê şer dikin" û wiha dewam kir:
"Ez ji vir ji hemû şervanên me yên qehreman ên ji bo parastina ax, welat û gelê me li eniyan hemberî DÎŞIyê şer dikin silav dikim. Bi rihê yekîtî û hevgirtî yê ku me li hemberî dijmin di nav xwe de çêkir, em li hemberî terorîzmê têdikoşin û bi ser jî dikevin. Li hemûyê eniyan me hêzên terorê têk bir û em her tim bi pêş dikevin."
Barzanî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya alîkariyê ya ku hêzên koalisyonê didin û got ku ji bo serkeftina pêşmergeyan divê alîkariya çek û perwerdeya leşkerî ya pêşmergeyan berdewam bike.