Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
QUDIS
Polêsên Îsraîlê piştî êrîşa li ser Mescida Eqsayê hemû deriyên Herema Şerîf girtin.
Piştî nimêja înê polêsên Îsraîlê bi xaz û bombeyên deng êrîşî cimaeta li Mescida Eqsayê kiribûn.
Polêsên Îsraîlê yên li ber deriyê El Mexrîbeyê (Fas) ku li rojavayê Mescida Eqsayê ye piştî nimêja înê bi xaz û bombeyên deng êrîşî cimaeta li Mescida Eqsayê kiribûn.
Bi sedan Filistîniyên li ber deriyê El Mexrîbeyê kom bûbûn dirûşmên "Can û xwîna me ji bona te feda ye ey Eqsa" berze kiribûn.
- 2 Filistînî birîndar bûn
Di salvegera 1emîn ya serkeftina Eqsayê da ji ber êrîşên polêsên Îsraîlê heta niha 2 Filistînê birîndar bûne.
Di dema bûyeran da polêsên Îsraîlê bombeya deng avêtin Mescida Qibleyê ku Filistîniyan xwe sipartinê û derî girtin.
Polês dixwazin Mescida Eqsayê vala bikin û Filistînî bi fişengên hewayî bersivê dabûn.
Li ser biryara Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê par 25ê Tîrmehê dedektorên li ber deriyên Mescida Eqsayê hatibûn rakirin.
Misilman li ser banga alimên Qudsê 27ê Tîrmehê ji bona nimêja esrê hatibûn Herema Şerîf. Polêsên Îsraîlê hin derî venekeribûn û li ser bertekên Filistîniyan hêmû derî hatibûn vekirin û bi hezaran kes derbasî Herema Şerîf bûbûn.