AŞKABAT
Serokomarê Tirkmenîstanê Gurbangulî Berdîmuhamedov û Serokomar Abdullah Gul beriya merasîmên Serokatiya Dewleta Tirkmenîstanê ya ku li Kompleksa Werzîşê û Nîşangeriyê tên lidarxistin bi hev re taştê xwarin.
Taştêxwarina wan a li Restoranta Keyîkê bêyî çapemeniyê çêbû.
Serokomarê Tatarîstanê ya Federasyona Rûsyayê Rustam Mînnîhanov, Serokomarê Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmuhamedov û Serokomar Abdullah Gul beşdarî merasimê bûn. Gul pêşbaziya hespan temaşe kir.
- Li ser navê Gul pêşbaziya hespan hat lidarxistin
Ji bo Cejna Hespan çalakî hatin lidarxistin û ji 7 pêşbaziyên hespan yek jî ji bo Pêşbaziya Serokomariya Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Hespa Wezareta Hespan a Tirkmenan Dalbedew pêşbazî qezenc kir. Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker xelata jokerê hespa Dalbedew da.
Di navbera pêşbaziyan de Gul û Serokomarê Tirkmenîstanê Berdîmuhamedov hevdîtin jî kirin. Gul beşdarî merasima xelatê bû û pişt re bi hev re navroj xwarin.