STENBOL
Serokomar Abdullah Gul der heqê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de wiha got: "Divê ewil agirbest pêk were û Îsraîla ku niha di operasyonên xwe yên ji beja, hewa û behrê de êrîşan dike bê sekinandin û êdî xwîna zarokên filistînî nerije."
Serokomar Gul bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmud Ebbasê ku li ser vexwendina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hat Stenbolê, li Balafirgeha Ataturkê di Mêvanxaneya Dewletê de hevdîtin kir û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
Gul diyar kir ku hemû dinya ev 10 roj in ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bi fikar temaşe dikin û wiha pê de çû: "Tundî her ku diçe zêdetir dibe. Gelê Filistînî yên ku ev 60 sal in zilm lê tê kirin, şehîdan dide, digirî û êşê dikşîne, di nav vê meha remezanê de jî dîsa êşê dikşîne."
Gul bal kişand ser serdana Mehmud Ebbas û destnîşan kir ku ew ji bo îstişareyan hatiye Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Hemû filistînî ji bo parastina doza Filistînê bi awayekî xurt dixebitin û Dewleta Filistînê di platformên navneteweyî de gelek serkeftinan bidest xist. Mixabin di 10 rojên ku derbas bûn de Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Xezeyê de him êrîşî gelê filistînî dike û him jî êrîşî yekîtiya neteweyî dike. Lewra Îsraîl ji vê lihevkirinê pir aciz dibe û naxwaze ku yekîtiya neteweyî pêk were."
- "Divê ewil agirbest bê îlankirin"
Serokomar Gul diyar kir ku Ebbas û şandeya pê re der heqê bûyerên ku diqewimin de bi awayekî berfireh agahî dan û wiha pê de çû: "Min ji wan re jî got û ez her gav û li her derê jî dibêjim, hikûmeta me herî zêde ji bo ku agirbest bê îlankirin hewl dide. Wek lihevkirina ku di sala 2012an de hat kirin, divê dîsa lihevkirinek pêk were."