ÎSTANBÛL
Serokomar Abdûllah Gul piştî nimêja înê der heqê guhdarkirina civîna ewlehiyê de got:
"Guhdarkirin û şopandina Civîna Ewlehiyê sîxuriyeke li dijî ewlehiya dewletê ye. Cezayê kesên ku ev kar kirine dê bê dayîn."
Gul nimêja înê li Mizgefta Daristana Fatîhê kir û piştî nimêjê jî bersiva pirsên rojnamegeran da. Piştî ku rojnamegerekî guhdarkirina Civîna Ewlehiyê bi bîr xist, Gul ji bo vê yekê wiha axivî: "Ji ber rûdanên li Sûriyeyê her kes dizane ku niha sînorê Tirkiye-Sûriyeyê çiqas hesas e. Bi wî welatî re 900 kîlometre sînorê me heye û ji bo parastina wê jî çi hewce bike em dikin. Ji ber vê jî em ji bo parastina sînorê xwe her tim hişyar in. Weke ku tê zanîn bi tenê Gora Silêyman Şah erdê Tirkiyeyê yê li derveyê welêt e û ji bo ku ala me li wê derê bê daxistin gelek xetere û gef hene. Ji bo wê derê jî hin tiştên ku Tirkiye qebûl nake diqewimin û divê em baldar bin. Ji aliyekî de li hemberî wan kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bikşînin nav şerê Sûriyeyê û ji aliyekî de jî li hemberî wan kesên ku dixwazin Gora Silêman Şah bi dest bixin em her tim telîmat didin saziyên xwe û ji bo xebat, ewlehî û çareseriyên ji bo wê dere hewce dike nîqaş dikin. Wê civîna li Wezareta Karên Derve di odeya meqamê de şopandin û guhdarkirina wê wêrektiyeke pir mezin e. Guhdarkirin û şopandina Civîna Ewlehiyê sîxuriyeke li dijî ewlehiya dewletê ye. Lewra meseleyeke der heqê parastina dewletê de ye. Ew kesên ku di civînê de bûne payebilindê dewletê ne. Ji ber vê jî cezayê kesên ku vî karî kirine dê bê dayîn. Me heta niha sîxuriyeke wek vê nedî. Dewlet vê yekê tu car qebûl nake. Hevdîtinên ku hewce kir min kir û di dawiyê de kê der heqê vê bûyerê de çi kiribe dê derkeve holê.
Gul pirsa der heqê girtina Youtubeyê de jî bê bersiv hişt.