09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
AMMAN
Urdunê daxuyand ku di parlamentoya Îsraîlê de qebûlkirin pêşnûmaya qedexekirina azanê li dijî peymana aştiyê ye.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî a PETRAyê ya Urdunê, Mihemed el-Mumaniyê Wezîrê Dewletê yê Berpirsyarê Medyayê û Berdevkê Hikûmetê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku pêşnûmaya qanûnê ya ku azanê qedexe dike li gor qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, li gor berpirsyariya Îsraîlê û li gor gelek peymanên navneteweyî ne rast e.
Mumanî got ku li Qudsa Rojhilat bi rêvebiriya Daîreya Weqfa Qudsê ya Urdunê va qanûnên navneteweyî di rewacê de ne. Azan jî di nav de ev daîre ji hemû kar û barên li mizgeftên Qudsa Rojhilat û bi taybetî kar û barên Mescida Eqsayê berpirsyar e.
Mumanî got di 7emîn madeya peymana aştiyê de tê gotin ku "Îsraîl divê li Qudsê di çarçoveya parastina nirxên pîroz ên Îslamê de rêzê nîşanî rola taybet a Urdunê bide" û bal kişand ku pesendkirina pêşnûmayê ya azanê qedexe dike li dijî peymana aştiyê ye.
Li Îsraîlê pêşnûmaya qanûnê ya der barê qedexekirina azandanê ya hin saetan bi hoparlorê duh li Knessetê di rûniştina ewil de hatibû qebûlkirin. Ji bo ku pêşnûma bibe qanûn û bikeve rewacê li Knessetê divê du rûniştinên din jî bên kirin û ev pêşnûma di van de jî bên qebûlkirin.
Di 26ê cotmeha 1994an de Îsraîl û Urdunê peymanek îmze kiribûn. Li gor vê peymanê Daîreya Weqfên Qudsê ji weqfên li Mescida Eqsayê û yên Qudsê berpirsyar bû.
Qralê Urdunê Evdila û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas di adara 2013an de vê peymana ku mafê "parastina nirxên pîroz û Qudsê" dide Urdunê, îmze kiribûn.