16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ANKARA
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DEAŞê yê Barack Obamayê Serokê DYAyê Brett McGurk qebûl kir ku milîtanên PYD/PKKya rêxistinên terorê hê li Minbicê ne.
McGurk li ser hesaba xwe ya twîtterê behsa milîtanên PKK û PYDyê yên ku li navçeya Minbica ku li Sûriyê dikeve rojavayê Çemê Feratê dimînin, kir.
McGurk îdia kir ku milîtanên PYD û PKKê li vê derê perwerdeyê didin hêzên herêmî û piştî perwerde qediya wê ji Minbicê derkevin.
McGurk dîsa îdia kir ku ev perwerdeya ji aliyê YPGya rêxistina terorê va didin hêzên herêmî, ji bo ewlehiyê ku li dijî DEAŞê navçeyê biparêzin tê dayîn.
Nûnerê Obama peyamek parve kir û got ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) jî ji bo ku dora baregeha DEAŞê ya li Reqayê bigrin, pêş dikevin.
PYD/PKK ji bo ku li Sûriyeyê qada xwe fireh bike navê SDGê bi kar tîne. Nêzî hemû milîtan û rêvebirên ku di bin banê SDGê da nin ji PYD/PKKyiyan pêk tê.
- Îdia kiribûn ku PYD/PKK li wê derê tuneye
Rêvebiriya Amerîkayê beriya niha daxuyanî dabû û ji Tirkiyeyê ra gotibû û îdia kiribû ku PYD/PKKyî ji Minbicê derketin û xwe dan aliyê rojhilata Çemê Feratê.
Yekeyên îstixbarata tirk rapor kiribûn ku hebûn rêxistinê li Minbicê dewam dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Mark Toner di 7ê îlonê û 27ê îlonê da li ser malpera wezaretê daxuyanî dabû û gotibû rêxistin li ser sozê xwe sekinî û derbasî rojhilata Çemê Feratê bû.