23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ANKARA
DYAyê li Sûriyeyê bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê di navbera 15 û 20ê gulanê da bona rêxistina terorê PYD/PKKyê du sewqiyatên mezin ên leşkerî kirin.
Sewqiyatên herî dawî yên ku peyamnerê AAyê yê li Hesekeyê dîmena wan kişand, piştî ku Serokê DYAyê Donald Trump biryarnameya çekdarkirina rêxistina terorê PYD/PKKyê îmze kir û 6 roj şûnda pêk hatin.
Di 2 sewqiyatên cuda yên di 15 û 20ê gulanê da nêzîkî 100 TIRên çekbarkirî ji deriyê sînor ê Sêmalka yê li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bihurîn û derbasî xaka di kontrola PYD/PKKyê bûn.
Konvoy pêşiyê derbasî Hesekeyê bûn û dû ra jî ber bi çoltera bakurê Reqayê bi rê ketin û gelek tankêrên sotemeniyê, wesayîtên zirxpoş, makîneyên şixul û konteynerên muhîmatbarkirî hatin xuyakirin.
Peyamnerên AAyê wêne û dîmenên ku li eniyan hatine kişandin û herwiha li ser hesabên medyaya civakî yên PYD/PKKyê hatine belavkirin, lêkolîn kiribûn. Di encama van lêkolînan da hatibû tespîtkirin ku beriya van sewqiyatên dawîn di destê rêxistinê da rampeyên avêtinê yên roketên pirserî yên ku ji aliyê DYAyê hatine çêkirin, hewanên 80 û 120 mîlîmêtroyî, MK19 bombeavêj, tifingên M4 Cabrine û M16, wesayîtên leşkerî Humwee, pevguhezînerên zirxpoş Cougar, dijetang FGM-148 Javelin ku DYAyê nefirot Tirkiyeyê, hene.