Ahmet Aydın
23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
LONDRA (AA)
Hat ragihandin ku navê terorîstê êrîşkarê Manchester Arena ya li Îngiltereyê Salman Abedî ye.
Polîsên Îngiltereyê ragihandin ku ewê ku duhê li Manchester Arena ya li Îngiltereyê êrîşeke terorî li dar xist Abediyê 22 salî ye.
Di daxuyaniya polîsan de, tu agahiya zêdetir derbarê Abedî nehat dayîn lê çapemeniya îngilîz li ser zimanê rayedarekî DYAyî ku navê xwe eşkere nekiriye ragihand ku malbata Abedî di serdema Muemmer Qedafî de îlticaya Îngiltereyê kiriye.