Önder Beyter
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas di xîtaba xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da ji bo çareserkirina kêşeya Filistînê bangewazî kir ku mekanîzmayeke piralî were damezirandin û Filistîn li Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî endam were naskirin.
Ebas di axaftina xwe ya li KENYê da diyar kir ku xelkê Filistînê 70 sal e li ser xaka xwe êş û azarê dikişîne.
Ebas rexne li NYyê girt ku di çareserkirina kêşeya Filistînê da serekeftî nîne û herwiha Îsraîl jî tawanbar kir ku xwe "ji ser hiqûqa navneteweyî" ra digire. Ebas bal kişand ku tekane rêya çareserkirina kêşeya Îsraîl-Filistînê, "avakirina mekanîzmayeke piralî û navneteweyî" ye.
Ebas herwisa bangewazî kir ku Filistîn bibe endamê NYyê û wiha got, "Ez bangî welatên ku Filistînê wekî dewlet nas nakin jî dikim ku vê yekê bikin."
- "Me tu hevdîtneke ji bo aştiyê red nekiriye"
Serokê Dewleta Filistînê Ebas wiha dewam kir, "Me tu hevdîtneke ji bo aştiyê red nekiriye û em wer bawer in ku rê û rêbaza aştiyê bi tenê gotûbêj in."
Ebas bal kişand ku ji 1948an heya niha li Lijneya Giştî ya NYyê 705, li KENYê jî 86 biryar hatin wergirtin, lêbelê yek jê jî nehat cîbicîkirin û wiha dewam kir, "Îsraîlê deriyên xwe li ber çareseriya damezirandina du dewletan girtin."
Ebas got ku rêveberiya Trump biryareke neqanûnî wergirt û Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kir û wiha got, "Qudsa Rojhilat paytexta Filistînê ye û herwiha ji bo hersê dînên semawî jî vekirî ye."
Ebas rexne li biryara Amerîkayê ku Rêxistina Rizgariya Filistînê wekî rêxistineke terorê qebûl kiribû, girt û wiha got, "Kongre bawer dike ku em terorîst in. Heger em terorîst bin, wê demê rêveberî çawa dibe bi me ra hevdîtinan dike, me ziyaret dike û alîkariya me dike?"
Ebas herî dawîn bal kişand ku îro roj tu welatek bi serê xwe nikare pevçûnên navneteweyî an jî yên herêmî çareser bike û wiha got, "Ez ji vir bang dikim ku di navîna 2018an da konferanseke navneteweyî ya aştiyê were lidarxistin."