28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
HEWLÊR
Berdevkê Wezareta Karên Diyanetê yê Herêma Kurdistana Iraqê Merivan Neqşîbendî diyar kir ku ji sala 2013an pê ve nêzî 500î ciwanên kurd tevî DAEŞa rêxistina terorê bûne.
Neqşîbendî li ofîsa xwe ya li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "DAEŞa rêxistina terorê di sala 2013an de hêdî hêdî tesîra xwe da hîskrin û bi saya rêxistinbûnên cureyên hucreyan karî ku hin ciwanên li herêmê bikêşe bal xwe. Wek wezaret li gor agahiyên ku me ji saziyên ewlehiyê yên Kurdistanê bi dest xistin di navbera salên 2013 û 2014an de 500 ciwanên kurd ên ku temenê wan di navbera 13 û 25an de diguherin tevî rêxistinê bûn".
Neqşîbendî diyar kir ku DAEŞê di hezîrana 2014an de bajarê Mûsilê bidest xist û piştî vê yekê di navbera hêzên pêşmergeyan û milîtana de pevçûn qewimîn û wiha axivî: "Dora 270 milîtanên kurd ên ku tevî rêxistinê bûn di encama êrîşên hêzên pêşmergeyan û hêzên koalîsyona navneteweyî hatin kuştin. Bi taybetî gelek milîtan dema ku Şingal û herêmên din hatin paşvesitandin pevçûnên ku derketin de hatin kuştin. Ligel vê rêxistinê 30 milîtanên kurd ên ku ji wan ewle nebû an jî ji wan kete şikê ku agahiyan bi pêşmergeyan re parve dikin înfaz kirin."
- 150 milîtanên kurd teslîm bûn
Neqşîbendî destnîşan kir hêdî hêdî hêza rêxistinê kêm dibe û bi vê yekê re jî gelek milîtan teslîmê hêzên ewlehiyê dibin û wiha axivî: "Ji 500 milîtanên ku tevî DAEŞê bûn 150 kes an ew bi xwe an jî bi saya malbatên xwe teslîmê hêzên pêşmergeyan bûn. Pêşî jêpirsîna kesên navborî hatin kirin. Dema hat tespîtkirin ku tevî tu sûcê nebûne destûr hat dayîn ku vegerin jiyana normal lê belê milîtanên ku sûc kirine an jî milîtanên jê dikevin şikê ku rêxistinê ji bo çalakiyekê şandibe di bin çavdêriyê de ne. Digel vê ji bo ku ew kesên ku vedigerin jiyana normal ji fikrên radîkal rizgar bibin em wek Wezareta Diyanetê perwerdeyên dînî didin."
- Di eniyên rêxistinê de hê jî 50 milîtanên kurd hene
Neqşîbendî qal kir ku hin milîtanên ku nikarin dev ji DAEŞê berdin û hê jî di nav wan de şer dikin hene û ev got: "Bi qasî 50 milîtanên kurd tevî rêxistinê bûn û naxwazin ku paş de vegerin. Malbatên wan ji bo ku ew paş de vegerin gelekî hewl didin lê belê jê tu encam derneket."
- DAEŞ ji kurdên di nav xwe de ewle nîne
Neqşîbendî da zanîn ku li gor îfadeyên ku milîtanên ku teslîmî hêzên pêşmergeyan bûn dan, DAEŞ ji milîtanên kurd ewle nîne û wiha axivî: "Milîtanên ku teslîm bûn diyar kirin ku du milîtanên kurd li heman cihê kontrolê an jî eniyê jî şer nakin. Bi çavekî baş li kurdan nanêrin û di astên payebilind de berpirsyarî nadin wan."
- Weşana radyoyê hat birîn
Neqşîbendî qal kir ji bo ku li herêma Kurdistanê fikrên ku şîdetê teşwîq dikin belav nebin hin xebatan dikin û wiha axivî: "Belavkirina pirtûkên ku naveroka wan şîdet e hat astengkirin an jî ev pirtûk hatin berhevkirin. Digel vê hemû li ser kitêbên li mizgeftên Kurdistanê yek bi yek lêkolîn hat kirin. Ji bo ku weşana rêxistinê ya li Mûsilê bê rawestandin jî bi Wezarata Ragihandinê re xebat hat kirin û niha li herêmê ew radyo naxebite."