Önder Beyter
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Heyva Sor a Tirk li paytextê berwext ê Yêmenê Adenê li Kampa Penaberan El-Mehramê fitar da 500 kesî.
Berpirsê Heyva Sor a Tirk li Yêmenê Mustafa Aydin, Berpirsê Karûbarên Darayî yê Heyva Sor Murat Kaya û Seroka Navenda Pêşketina Malbatê ya Adenê Rukaye ez-Zehrî jî beşdarî roja ewil a bernameya fitarê ku dê seranserê meha remezanê dewam bike, bûn.
Berpirsê Heyva Sor a Tirk li Yêmenê Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ji bo koçberên ku ji pevçûnên li Hudeydeyê revîn û xwe li kampa penaberan El-Mehram a li Adenê girtin, ji bo 500 kesî xwarina fitarê derdixin.
Aydin bal kişand ku pêşkêşkirina xwarina fitarê dê seranserê meha remezanê bidome.
Heyva Sor dîsa bi minasebeta nêzîkbûna meha remezanê li çend bajarên Yêmenê ji bo malbatên desteng, koçberên navxweyî û xwendekaran 11 hezar qolî zad û zexîre belav kiribûn.
Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî lê tuneye, Hûsî û hêzên girêdayî hikûmetê şer dikin.
Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.
Li vî welatî ji ber xela, kolera, şer û pevçûn û herwiha êrîşên asîmanî drameke nedîtî ya însanî rû daye ku berdêla wê jî li ser pişta sivîlan e.