İbrahim Atmaca
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed, li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" gundê El Çenabîreyê û Girê Osman ku bi lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ji çekan hatibû safîkirin, bi dest xist.
Hêzên rejimê ên ku ji eskerên rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan pêk tê, duh li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ji bo ku gundê El Çenabîreyê ya li ser navçeya Kîfrenbûdeyê û Girê Osman bi dest bixe, bi Artêşa Azad a Sûriyeyê ra şer kiribûn û êrîşên xwe zêde kiribûn.
Hêzên rejimê bi piştgiridya balafirên şer va herdu herêmê navborî bi dest xistin.
Girê Osman û gundê El Çenabîreyê ji ber ku nêzî Deşta Gabê ya meriv tê ra diçe Lazqiyeyê û nêzî deverên çiyayî yên bakurê Hamayê ne, ji aliyê stratejîk va girîng in.
Hat gotin ku ji hêzên rejimê gelek kes di pevçûnan da hatine kuştin û li qadên bi dest xistine jî xetên parastinê çêkirine.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.