Haydar Karaalp
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 29 Mijdar 2023
Ji hêla Heyva Sor a Iraqê bo Xezeya di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê da 20 ton alîkariya derman û alavên tibî hat şandin.
Alîkariyên li avahiya navendê ya Heyva Sor a Iraqê ya li paytext Bexdayê kom bûn, bi TIRan bo balafirgehê hatin sewqkirin.
Serokê Daîreya Tenduristiyê ya Heyva Sor a Iraqê Dr. Elî Mecîd di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, alîkariyên wan ên xida û yên din ên însanî yên ji bo gelê Filistînê didomin û wiha got, "Îro jî me zêdeyî 20 tonî alîkariya derman û alavên tibî şand. Van nêzîkan dîsa bi sedan tonî alîkariya derman, alavên tibî û xidayê jî dê bê kirin."
Mecîd bal kişand, ji bo ku radestî Heyva Sor a Filistînê bikin, ew ê alîkariyên navborî bidin Heyva Sor a Misrê û ji wir jî dê bo Xezeyê bên şandin.