Awad Rjoob,Mahmut Geldi
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 27 Mijdar 2023
Di çarçoveya pevguhertina dîlan a di navbera Îsraîl û Hemasê da 39 Filistîniyên di gîrtigehên Îsraîlê da hatin berdan.
Di daxuyaniya Heyeta Dîl û Berdayiyan a girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê da hat diyarkirin, 39 Filistîniyên di Girtîgeha Oferê da bi otobusa Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ber bi bajarê Bîrehê yê Şerîeya Rojava û Qudsê bi rê ketin.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê da jî hat diyarkirin, Îsraîlê 33 jê zarok, 6 jê jin 39 Filistînî berdan.
Baskê çekdarî yê Hemasê Tûxayên Îzedîn el-Qesam ragihandibû, di çarçoveya navberdayîna însanî ya di pevçûnan da 13 dîlên Îsraîlî û 4 kesên biyanî li Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî hatin radestkirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu da jî hatibû ragihandin, 13 Îsraîlî û 4 Taylandî gihîştin Îsraîlê.
Lihevkirina navberdayîna însanî ya ji bo 4 rojan a di navbera Îsraîl û Hemasê da 24ê Mijdarê roja Înê di saet 07.00an da (bi dema Tirkiyeyê 08.00) ketibû warê cîbicîkirinê û wê rojê beramberî 13 dîlên Îsraîlî 39 dîlên Filistînî hatibûn berdan.
Di çarçoveya lihevkirinê da beramberî 50 dîlên di destê Hemasê da 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê da dê bên berdan.
Heta niha li Xeta Xezeyê 26 jin û zarokên Îsraîlî û 78 jin û zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da hatin berdan.