Sevim Hatun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
İSTANBUL
Serokomarê berê yê Îranê Mehmêd Ehmedînejad îdia kir ku "li ser daraza Îranê bandora Îngiltereyê" heye.
Ehmedînejad ji ser malpera "dolatebahar"ê ya ku tê zanîn nêzî wî ye daxuyaniyek belav kir, di daxuyaniyê de ji ber alîkarên wî di girtîgehan dane, daraza Îranê hedef girt.
Ehmedînejad îdia kir ku li ser daraza Îranê bandora Îngiltereyê heye û diyar kir ku berî girtina alîkarê wî Rehîm Meşaî, Meşaî rêvebiriya Londrayê protesto kiribû û wiha dewam kir, "Ma çima kesî li hemberî Îngiltereya ku midaxaleyî karên navxweyî yê Îranê dike sekinî, hat girtin û niha bi awayekî veşartî tê darizandin."
-Herdu alîkarên Ehmedînejad girtî ne
Alîkarên Ehmedînejad Hemîd Beqayî û Îsfendiyar Rehîm Meşaî bi îdiaya gendeliyê hatibûn girtin. Beqayî 15 sal cezayê hebsê û 80 derb qamçî xwaribû.
Meşaî berî ku were girtin beşdarî protestoya li pêşiya Balyozxaneya Îngiltereyê ya Tehranê hatibû kirin bûbû.