27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2018
TBMM
Serokê Komîsyona Karên Derva yê Meclisê Volkan Bozkir der barê îhtimala operasyona Minbicê de wiha got: "Em vê mijarê bi Amerîkayê re diaxivin, ez bawer im ku wê me fehm bikin. Daxwaza me ew e ku li wê derê em neyên hemberî hev."
Bozkir der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Bozkir got ku arîkariya ku Amerîka dide YPG/PKKya rêxistina terorê 'lîstikeke gelekî bitahlûke ye.'
Bozkir got ku piştî ku herêma Efrînê ji rêxistina terorê bi temamî hat paqijkirin wê dor bê Minbicê û wiha axivî:
"Divê Minbic bi şiklekî ji destê YPGya rêxistina terorê ya ku perçeyekî PKKyê bê xilaskirin. Li Minbicê berê Kurd tunebûn. Niha bi temamî nifûsê bajêr kirine Kurd. Tişta ku li Eyn El Erebê, Kobaniyê kirin li Minbicê jî kirine. Tirkiye mimkun nîne destûrê bide vî tiştî. Ez bawer im ku wê me fehm bikin. Daxwaza me ew e ku li wê derê em neyên hemberî hev."
- Hêza bona hevkariyê ya herî bihêz Tirkiye ye
Bozkir got li Sûriyeyê lîstikeke bitahlûke tê leyîstin û wiha dewam kir: "Eger Amerîka dixwaze bê vê herêmê bila bizanibe ku bona hevkariyê hevalê wî yê herî bihêz Tirkiye ye. Dewleta ku biîtimad û jê bawer bike Tirkiye ye û bona aştî û hizûra herêmê jî dîsa bi tenê dikare bi Tirkiyeyê re bixebite."